Nêzîk Komîta Destȗrî ya Sȗriyê dê were encamdan

Nêzîk Komîta Destȗrî ya Sȗriyê dê were encamdan


PDK-S: Şandiyê Navdewletî ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson ragehand, ku di demeke nêzîk de, dê lihevkirinek ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê were encamdan.

Di çarçoveya seredana wî ji bo Şama paytexta Sûriyê û hevdîtina bi Welîd Elmû'lim wezîrê derve yê rêjîmê re.

Pêdirson ji rojnamevanan re roja Çarşemê 10. 07. 2019, ragehand: di demeke nêzîk de wê pîşketinek di komîteya destûrî de were encamdan û got di baweriya wî de ew ji bo gehiştina lihevkirinekê derbarê avakirina komîteya destûrî pir nêzîkin.

pêdirson serbarkir, ku wan bi rêjîma Sûriyê re rewşa Idilbê gengeşekiriye û ew hêvîdarin, ku rêkeftina Tirkî Rûsî di vî warî de vegere bicîkirinê, herweha avakirina komîteya berhevkirina destûra Sûriyê û mîkanîzm û pêngavên karê wê komîteyê jî hatin gengeşekirin.


Ajansa Spotnîk ya Rûsî divê derbarê de li ser zarê jêderên xwe dibêje pêderson piştî seredana xwe ji bo Beyrût û Moskoyê berê xwe da Şamê û ew yek tê wateya ku lijêr fişarekê hatiye, û bitaybet piştî tevlîhevî û têkdana rewşa Idlibê.


Komîteya destûrî ya Sûriyê 3 beşan li xwe digre , beşê rêjîmê, beşê Opozisyonê û beşê civaka sivîl û ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve tê destenîşankirin, û ji bo avakirina komîteyê çarcaran nakokî li ser hin navên ku wê bibine endamên wê komîteyê derketine û gengeşe li ser hatiye kirin, Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê jî cihê xwe dinava wê komîteyê de digre.