Li bajarê Dêra Zorê Îran navendeke serkirdayetiyê ava kir

Li bajarê  Dêra Zorê Îran navendeke serkirdayetiyê ava kir

PDK-S: Medyayên Israîlî ragehandin, ku li bajarê Bokemal yê bi ser bajarê Dêra Zorê ve welatê Îran navendeke serkirdayetiyê ji bo armanckirina bingehên Emerîkî û Israîlî li Sûriyê ava kiriye .

Malpera Dîbka ya Israîlî li ser zarê jêderên leşkerî Israîlî veguhest, ku bi armanca pêkanîna êrîşan li ser bingehên Emerîkî û Israîlî li Sûriyê Îran navende serkirdayetiyê li bajarê Bokemal li ser sînorê navbera Sûriyê û Îraqê avakiriye û got, ku ew navend niha dibin çavdêriya Emerîkî û Israîlî deye .

Heman malperê daxuyakirin, ku ji bo vê mebestê Îran hejmarek dibistan, û nexweşxaniyên weyrankirî ji bo embarkirina çekan bikaraniye li heman bajarê serbarî avakirina bircekî peywendiyan li navenda bajêr ji bo başkirina peywendiyan navbera yekîneyên alîgir ji Îranê re.