ENKSê derbarê zincîra teqînên R.Kurdistanê hejandin daxuyaniyek belavkir

ENKSê derbarê zincîra teqînên R.Kurdistanê hejandin daxuyaniyek belavkir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, zincîra teqînên, ku roja Pêncşemê 11.07.2019, Rojavayê Kurdistanê hejandin îdane dike , û daxwazê ji aliyên Navdewletî dike, ku di zûtirîn dem de çareseriyekê ji kirîza Sûriyê bibîne daku bikaribin rûbiruwê kiryarên teroristî bibin .

Di daxuyaniyekê de emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê teqînên, ku bajarên Efrîn , Hesekê , û Qamişlo hejandin şermezarkirin , ku di encamê de bi dehan kesên sivîl û bê tawan bûne qurbanî û jiyana xwe ji destdan û bi dehan kes birîndarbûn .

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwede got, ku mebest ji van kiryarên teroristî belavkirina tirsê ye di nava xelkê de , û herweha ji bo neçarkirina gelê kurd û gelê mesîhî li ser koçberiyê .

Emîndariya giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwede daxwaz ji Netewên Yekgirî kir, ku di zûtirîn demde çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê bibîne da ku bikarin rûbiruwê kiryarên terorsitî bibin , û daxwaz ji xelkê kir ku agehdarbin daku xwe ji van kiryarên teroristî biparêzin .