Birayê serkirdeyekî PDK-S hat terorkirin

Birayê serkirdeyekî PDK-S hat terorkirin


PDK-S: Birayê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan Sûriya Dilovan Robarî hat terorkirin.

Robarî li ser malpera xwe ya Fêsbûkê belav kiriye ku duh roja Duşemê 15.07.2019 birayê wî Welîd dema li gel hevaline xwe li navçeya Şrinexê ya Bakurê kurdistanê diçû kar rastî bombeyeke çandî di rêya wî de hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Robarî bi xwe xelkê gundê Robariya yê Devera Dêrkê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Îro û sibe merasîmên behîdariya birayê Dilovan Robarî dê li hola Domîz 200 ji demjmêr 4:00 ta 8:00ê êvarê werin birêvebirin.