Pêşengehek ji wêneyên pakrewanên Pêşmergên Leşkerê Roj dê were lidarxistin
PDK-S: Weku wefedariyekê ji bakrewanên pêşmergeyên leşkerê Roj , rêxistina Roj ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê şaxê Qoştebe dê pêşengeheke wêneyên pakrewanan li Qoştebe lidraxîne .
Di vê derbarê de berpirsê şaxê Qoştepe yê rêxistina Roj ya PDK-Sê Ebdulhadî Derwîş , ji malpera PDK-Sê re ragehand, ku ew pêşengeh weku dilsozî û wefedariyekê ji xwîna pakrewanên ku canê xwe kirine qurbaniya xaka Kurdistan , dê were lidarxistin.
Pêşengeh li Qoştepe roja pêncşemê 18.07. 2019, li navenda werziş û lawan demjimêr 12ê nîvro dê were lidarxistin.