Rêjîma Esed komkojiyek li gundewarê Idlibê encam da

Rêjîma Esed komkojiyek  li gundewarê Idlibê encam da

PDK-S: Di encama berdewamiya piroseya leşkerî ya rêjîma Esed li ser deverên bakurê Sûriyê bi taybetî herdu gundewarên Idilb û Hemayê hejmarek kes bûne qurbanî .

Çalakvanên di nava gundewarê Idilbê ragehandin, ku roja Çarşemê 17. 07. 2019, balafrên şerker yên rêjîma Esed gundê M'r Şorîn li rojhelatê gundewarê Idilbê bi tundî armanc kir, û di encamê de 9 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û hejmarek dinjî birîndarbûn, ku ji aliyê tîma berevaniya sivîla Sûrî ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin .

Heman çalakvanan dane xuyakirin, ku hejmarek bajar û bajarokên din li gundewarê Idilb û Hemayê bi taybetî her yek ji bajar û bajarokên Elletamine, Keferzîta, Letmîn û derdora Mork û Cisir Elşixûr hin deverên din ji aliyê balafirên şer yên rêjîm û Rûsiya ve hatin armanckirin di encamê de hejmarek qurbanî navbera kuştî û birîndar ketin serbarî rûdana ziyanên madî li heman deverê .