Welatiyekî Serêkaniyê di bin eşkenceyê de şehîd bû

Welatiyekî Serêkaniyê di bin eşkenceyê de şehîd bû

PDK-S: Piştî çar salan ji zîndankirinê ji aliyê rêjîma Esed ve navê wî wek şehîd dibin eşkenceyê de gihişt malbata wî .

Tora şoreşa Sûriyê ragehand, ku roja Çarşemê 17.07.2019, navê Mehmûd Ehmed Xelîl Elremane gihişt malbata wî, ku dibin eşekenceyê de hatiye kuştin.

Ji aliyê xwe jêderên xwecehî eşkere kirin, ku navbûrî xelkê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û ji beriya çar salan ji aliyê rêjîma Esed ve hatibû binçavkirin .

Ji sala 2011an ve bi deh hezaran ji welatiyên Sûriyê ji kurd û Ereban di zindanên rêjîma Esed de dibin eşkeceyê de hatine kuştin .