Welatiyekî Qamişlo bi kêran hat kuştin

Welatiyekî Qamişlo bi kêran hat kuştin

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê welatiyek rastî lêdana bi kêran ji aliyê girûpên nenas ve hat di encamê de jiyana xwe ji dest da .

Jêderên xwecehî ji bajarê Qamişlo Roja Çarşemê 17. 07.2010, ragehandin ku welatiyê bi navê Mihemed ElMehmûd ji gundê Heswiyê yê ser bi bajarokê Til Hemîs ve rastî lêdana bi kêran hat .

Heman jêderan dane zanîn, ku welatiyê navbûrî dema ji karê xwe demjimêr 12 şevê vedgeriya mala xwe li kolana Xelîc ya navenda bajarê Qamişlo rastî bûyerê hat .

Ta niha aliyên ku bi wê tawanê rabûne nehatine xuyakirin.