Ebdulhekîm Beşar: Rêkeftin bi PYDê re astem e

Ebdulhekîm Beşar: Rêkeftin bi PYDê re astem e

PDK-S: Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê, Dr. Ebdulhekîm Beşar got ku ji ber mejiyê Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk, astem e tu rêkeftin pê re nayên girêdan.

Di semînarekê de, îro li baregeha Hevpeymaniya Opozisiyonê, derbarê Destpêşxeriya Fransî û egera nêzîkbûnekê, Beşar got ku astem e Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi PYDê re bighêje tu rêkeftinan, ji ber mejiyê ku PYDê bi ENKS re bikar tîne.