Serokê ENKS bi serokên Encûmenên Xwecihî re civiya

Serokê ENKS bi serokên Encûmenên Xwecihî re civiya

PDK-S: Bi amadebûna herdu endamên Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Fêsel Yûsif û Silêman Oso, û bi amadebûna Ofîsa Karûbarên Xwecihiyên ENKS, Îro sibehê li bajarê Qamişlo serokê ENKS Siûd Mela bi serokên hemû Xwecihiyên ENKS re civiya.

Li ser civînê, Endamê Ofîsa Karûbarên Xwecihiyan Mehmûd Hac Elî ji ARKê re got di civînê de rewşa Encûmenên Xwecihî û kar û çalakiyên wan, herweha mijara kongirê bê yê ENKS û Destpêşxeriya Frensî jî hatin gengeşekirin.