Welatiyê Kurd Nayif Emamwî ji 7 salan ve revandî ye
PDK-S: 7 sal li ser revandina welatiyekî kurd xelkê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Esed ve derbas dibin.
Nayif Emawî di 19. 07. 2012an ji aliyê rêjîma Esed ve li taxa Elekrad ya Şama paytexta Sûriyê hatbû revandin.
Tevî derbasbûna 7 salan li ser revandina Nayif Emawî lê tu agahî û zanyarî li ser tunene, û çarenivîsa wî nediyare.
Nayif Emawî xelkê gundê Şiwêne yê ser bi navçeya Dirbêsiyê ye, û ta niha sedema revandina wî nehatine eşkerekirin.