Berevaniya Sivîl: Rêjîm dixwaze bajarê Xan Şêxûn ji nexşeya Sûriyê rake

Berevaniya Sivîl: Rêjîm dixwaze bajarê Xan Şêxûn ji nexşeya Sûriyê rake

PDK-S: Rêjîma Esed û Rûsiya di armanckirina deverên li bakurê Sûriyê bi taybetî bajarê Idilbê û gundewarê wê de berdewame, ku di encamê de rojane qurbanî navbera kuştî û birîndar dikevin serbarî rûdana ziyanên madî mezin li deverê .

Mustefa Hac Yûsif rêvebrê rêxistina berevaniya sivîl li Idilbê ragehand, ku ji ber berdewamiya armanckirina navendên tendirustî , dibistan , nexweşxane û mizgefên li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idilbê ji aliyê rêjîma Esed û balafrên şer yên Rûsî ve piraniya wan hatine ruxandin û ji kar ketine .

Navbûrî serbar kir, û got ku niha rêjîma Esed bi piştevaniya hevalbendên xwe hewla nehiştina bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idilbê ji nexşeya Sûriyê, dike ji ber vê mebestê rêjîm roj bi roj êrîşên xwe li ser Idilb û gundewarê wê gurtir dike û sivîlan bi awayekî raste rast dike armanc .