ENKS seredana Dezgeha Xêrzwazî ya Barzanî kir

ENKS seredana Dezgeha Xêrzwazî ya Barzanî kir

PDK-S: Şandek ji Nûneratya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûryê li Herêma Hurdistanê seredana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê kir.

Îro şandek ji Nûneratinya ENKS bi serokatya Ebdulkerîm Mîranî û her yek ji Raman Mela û Barzan Mer'î pêk dihat seredana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û ji aliyê serokê Dezgehê Mûsa Ehmed ve hatin pêşwazîkirin.

Di seredanê de behsa rewşa penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê û astengî û kêşeyên rastî wan tên herweha gringiya hemahengiyê navbera ENKS û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo penaberên Sûriyê hate kirin.