Israîl gundewarê Der'ayê bomebebaran kir

Israîl gundewarê Der'ayê bomebebaran kir

PDK-S: Artêşa Israîlê hejmarek bingehên rêjîma Esed û Hizb Elaha Libnanî li derdora Şama paytext û Der'ayê armanc kirin .

Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragehand, ku derengiya şeva bûrî artêşa Israîlê êrîşê bingehên hêzên Îranî û yên Hizbelaha Libnanî li Şama paytext û Der'ayê kirin, û di encamê de ziyanên madî û canî rûdan .

Di yekê vê mehê jî balafirên şer yên Israîlê hejmarek bingehên rêjîma Esed û hêzên Îranî û Hizbelaha Libnanî li gundewarê Şamê û Himsê armanc kirbûn, ku di encama wê êrîşê de hejmarek kuştî û birîndar ketbûn.