PDK-S Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Jinan xelat kirin

PDK-S Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Jinan xelat kirin

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya, her yek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya Jinên Kurdistan Sûriya weke rêzgirtin ji bo kar û çalakî û xebatên wan xelat kirin.

Merasîmên xelatkirinê li ofîsa Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Jinan li bajarê Qamşlo bi amadebûna berpirsê rêxistina gişitî ya Partî Ebidulkerîm Mihemed Bavê Luqman û herdu endamên Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya Hesen Remzî û Ebdulrehman Eptan herweha bi amadebûna serok û endamên Desteyên Rêvebr yên Yekîtiya Nivîskaran û Yekîtiya Jina hatin birêvebirin..

Xelatkirin bi helkefta borîna 62 salan li ser damezrandina Partiya Dîmuqrata Kurdistan -Sûriya hat lidarxistin.