121 Hecxwazên Kurdistana Sûriyê roja 5ê mehê diçin Siûdiyê
PDK-S: piştî çend rojan 121 Hecxwazên Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidne Erebistana Siûdiyê , ji bo pêkanîna ferîzeya Hecê.
Li gorî ofîsa Hewlêrê ya bi ser komîteya bilind ya heciyên Sûriyê ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, ku îsal 121 Hecxwazaên Rojavayê Kurdistanê navê xwe tomarkirine, 45 ji wan Hecxwazan wê ji Rojavayê Kurdistanê werin û yên din ji penaberên, ku li herêma kurdistanê dimînin.
li gorî wê komîteyê ku niha hemû tedabîr ji bo amadekirin , pêşwazîkirin û birêkirna wan Hecxwazan li Herêma Kurdistanê hatine kirin û wê roja 5 meha heştan berev Siûdiyê birêkevin.