Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam in

Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Bakûrê Sûriyê de berdewam in

PDK-S: Çalakvanên dinava bajarê Idilbê de ragehandin, ku di encama berdewamiya êrîşên rêjîm û Rûsiyê li ser bajarê Idilbê û gundewarê wê komkujiyek hate encam dan, û hejmarek qurbanî ketin .

Her li gorî heman çalakvanan dane xuyakirin, ku di encama bombebarankirina bajarê Erîha li gundewarê Idilbê herî kêm 5 sivîl hatin kuştin li gel birîndarbûna bi dehan ji kesên din, ku ji aliyê tîma berevaniya sivîl ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin .

Derbarê gundewarê Hemayê jî jêderên xwecehî ragehandin, ku di encama bombebarankirina bajarê Keferzîta ji aliyê balafrên şer yên Rûsiyê ve sê karmendên hewarçûnê hatin kuştin .

Ji despêka Sibata bûrî û ta niha rêjîma Esed û Rûsiyê di operasyonên xwe yê leşkerî li bakurê Sûriyê berdewame û rojane di encama wan êrîşan de ziyanên canî û madî mezin rû didin .