Pizîşkên bê sînor: 450 hezar kes ji Idlibê derbeder bûne

Pizîşkên bê sînor: 450 hezar kes ji Idlibê derbeder bûne

PDK-S: rêxistineke Siwêsrî eşkere kir, ku di dema dawiyê de ji ber gurbûna êrîşan liser deverên cuda cuda li bakurê Sûriyê bi hezaran xelkên wê deverê derbederbûne .

Di daxuyaniyekê de rêxistina pizîşkên bê sînor ragehand, ku di encama berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û rûsiyê li ser bajarê Idilbê û gundewarê wê bi taybetî di vê dema dawiyê de herî kêm 450 hezar kes derbederbûne û berê xwe dane deverên sînorî .

Heman rêxistinê daxuyakirin, ku piraniya wan derbederan li çolê dimînin û di rewşên pir xirab de dijîn û serbar kir, ku piraniya wan derbederan pêwîstiya wan bi av û xwarin û guhedana tendirustî heye .