Mosko: bendewarin di 24 demjmêrên bên de Enqera rêkeftina Idlibê bigiştî cîbicî bike

Mosko: bendewarin di 24 demjmêrên bên de Enqera rêkeftina Idlibê bigiştî cîbicî bike

PDK-S: Serokê navenda lihevhatina Rûsî li Sûriyê dibêje, ku Mosko çaverêya Enqera dike, da ku rêkeftina derbarê Idilbê de hatiye kirin di dema 24 demjmêran de cîbicî bike .

Lîwa Elîksî Bakîn serokê navenda lihevhatina Rûsî li Sûriyê ragehand, ku bi mebesta berqerarbûna rewşê , û weke piştevaniyekê ji danûstandinên Astane re , rêjîma Esed biryar da, ku êrîşên leşkerî li ser Idilbê rawestîne .

herweha Elêksî Bakîn got, ku biryar ji nîvê şeva 2ê vê mehê ve ketiye warê cîbecîkirinê de , û di dema nihade Rûsiya çaveriya Tirkiya dike, da ku di dema 24 demjimêran de tevaya çekên giran û çekdaran ji navçeya bê çek li Idilbê vekşîne , û rêkeftina Soçî bi temamî cîbecî bibe .