YXCDK-R seredana Rêveberiya Perwerdeya derdora Hewlêrê kir

YXCDK-R seredana Rêveberiya Perwerdeya derdora Hewlêrê kir

PDK-S: Şandek ji şaxê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava roja Yekşemê 04.08.2019, seredana rêveberiya perwerdeya derdora Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şanda yektiyê ji her ji yek berpirsê şaxê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiyê Ehmed Muhemed Emîn û endamên şaxê pêkdhat.

Di vê derbarê de Ehmed Muhemed Emîn berpirsê şaxê Herêma Kurdistanê ji malpera Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya re ragehand, ku armanc ji seredanê hemahengî , hevkarî û pêwîstiya pêşkêşirina alîkariyan ji xwendevanên kurdê Rojavayê Kurdistanê di dibistanên Herêma kurdistanê bû .

Herweha Emîn da diyarkirin, ku rêveberê perwedeya derdora Hewlêrê mamosta Sabir tekezî li ser pêwîstiya hemahengiyê û alîkariya xwendevan û rola Yektiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava di pêşkêşkirina piştevanî ji bo xwendivanan re kir.