Yekîtiya Ewropayê alîkariyên darayî pêşkêşî penaberên Sûrî dike

Yekîtiya Ewropayê alîkariyên darayî pêşkêşî penaberên Sûrî dike

PDK-S: Yekîtiya Ewropayê alîkariyên darayî pêşkêşî penaberên Sûrî li Tirkiyê kir .

Roja Sêşemê 06.08.2019, komisyona Ewropayê di daxuyaniyekê de ragehand, ku Yekîtiya Ewropayê alîkariyên darayî bi qasî 127milyon yoro li jêr pirograma alîkariya civakî ya Tirkî û pirograma xwarinê ya Navdewletî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ji bo piştevaniya penaberên Sûrî yên ku li welatê Tirkiyê dimînin terxan kiriye.

Heman daxuyaniyê eşkere kir, ku ev alîkarî wê li ser malbatên Sûrî yên pêwstîdar, ku di rewşa parastina Navdewletî û ya demkî de dijîn wê werin belavkirin .

Komisyonê eşkere jî kir, ku alîkariyên darayî yên ku Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî pirograma navhatî kiriye ji bo piştevaniya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn ta niha gihiştiye 125 melyon yoro .