Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê kir

Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê kir

PDK-S: Niyafetê Partriyakê Kardînal birêz Liwîs Rofaîl Sako Serokê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest.

Li hevdîtina li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Partriyakê Kardînal birêz Sako û şandekî li gel ku ji birêz Esqufên Dêrê û nûnerên Ebrişiya Kildaniyan li Iraq û cîhanê pêkhatibûn, ronî xistin li ser rewşa Kildaniyan bi taybetî û Mesîhiyan bi giştî li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê û cîhanê kirin.

Li hevdîtina ku duh Çarşemê 07/08/2019 li Hewlêrê bi rê ve çû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê ku bi mebesta civîna salaneyê li Hewlêrin, tekez li ser girîngiya pêkvejiyan û lêborîniya li Herêma Kurdistan û Iraqê û dabînkirin û parastina mafên hemû pêkhatên olî û neteweyiyan kirin.