M.Cumaa: Gerek ENKS ji bo Navçeya Aram bilive

M.Cumaa: Gerek ENKS ji bo Navçeya Aram bilive

PDK-S: Endamê Polîtibîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, Mustefa Cum'a got ku gerek Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ji bo Navçeya Aram li ser asta diplomasî bilive.

Di beşdariyeke xwe di bultena ARKê ya roja Înê 09.08.2019 de Cum'a got, gerek Navçeya Aram bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî be, lê ew yek pêwîstî biryareke Navdewletî ye, ji ber wê yekê "Gerek Encûmen li ser asta diplomasî bilive, û nerîna xwe bi zelalî bide diyarkirin, û hevdîtinan bi hemû aliyên peywendîdar bi kirîza Sûriyê re pêk bîne, di nav de Tirkiyê jî".