Mihemed Ismaîl: PYD dixwaze bi çi temenî be Tirkiyê razî bike

Mihemed Ismaîl: PYD dixwaze bi çi temenî be Tirkiyê razî bike

PDK-S: Berpirsê Rêvebir yê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya Mihemed Ismaîl got, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hewl dide bi çi temenî be Tirkiyê derbarê Navçeya Aram razî bike.

Di beşdariya xwe di bernameya CIVAT ya ARKê de Ismaîl got, PYD li jêr masê destê xwe dirêjî hemû aliyan dike, û hewl dide bi çi temenî be Tirkiyê razî bike, û PYD li ser pênc kîlometreyan erê kiriye ango yê li ser pênc kîlometreyan erê bike wê li ser bihtir jî erê bike û PYD dixwaze bi tena xwe gelê Kurdistana Sûriyê bike qurbaniya ecindeyên xwe.