Zaxo ..Şaneke PDK-S seredana malbatên pakrewanên Pêşmergeyê Roj kir

Zaxo ..Şaneke PDK-S seredana malbatên pakrewanên Pêşmergeyê Roj kir

PDK-S: Şandeke ofîsa rêxistina Zaxo Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê , seredana malbatên pakrewanên pêşmergeyên Roj kir, û pîrozbahiya wan bi helkefta cejna Qurbanê kir.

Bi helkefta cejna qurbanê duh Yekşemê 11. 08. 2019, şanda rêxistina Zaxo ya PDK-Sê bi serokatiya Hoşeng Semgemor berpisê rêxistinê û endamê komîta navendî ya Partî li Zaxo seredana hejmarek malbatên pakrewanên pêşmergeyên Roj kir û pîrozbahiya wan bi vê helkeftê kir .

Şanda PDK-Sê di serdanên xwe de tekez kir , ku partî her dem diber xizmeta şehîd û malbatên pêşmergeyên Roj de amadeye.