Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina bakurê Sûriyê de berdewam in

Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina bakurê Sûriyê de berdewam in

PDK-S: Di dwem roja cejna Qurbanê de balafirên şer yên rêjîm û Rûsiya hejmarek bajar û bajarok li bakurê Sûriyê kirin armanc .

Her li gorî çalakvanan ragehandine, ku roja Duşemê danê sibehê cardin rêjîma Esed û Rûsiya hejmarek bajar û bajarokên li başurê gundewarê Idilbê bi taybetî bajarokê Elxwîn , Şêx Mustefa , Elrkaya , Kefersicne , Xan Şêxûn û hin deverên din bi hejmarek operasyonên esmanî bombebarankirin di encamê de hejmarek qurbanî ketin serbarî rûdana ziyanên madî mezin li heman deverê .

Li aliyekî dinjî balefirên şer yên rêjîm û rûsiya bajarokê Elhbît li gundewarê Hemayê û hin bajarên din bi tundî armanc kirin di encama wan êrîşan de ziyanên madî û canî ketin .