26000 penaberên Sûrî ji Urdunê vegeriyane welatê xwe

26000 penaberên Sûrî ji Urdunê vegeriyane welatê xwe

PDK-S: Komisyona bilind ya karûbarên penaberan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ragehand, ku dehên hezaran ji penaberên Sûrî ji welatê Urdunê vegeriyane welatê xwe.

Lîlî Kar Layl berdevka komsiyonê eşkere re kir, ku ji dema vekirina dergehê Cabir – Nesîb yê hevsînorî û ta dawiya meha Tîrmehê bihtirî 26 hezar penaberên Sûrî yên ku li Urdunê diman bê ku tu fişar li wan were kirin vegeriyan ser mal û milkên xwe li Sûriyê .

Navbûrî serbar kir û got jî piraniya penaberên ku vegeriyane Sûriyê jin û zarok û yên bi temen bûn .