ENKSê berê xwe dide Moskoyê

ENKSê berê xwe dide Moskoyê

PDK-S: Şandek ji Komîta Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê, berê xwe dide Rûsiyayê, da ku hevdîtinan bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsî re li dar bixe .

Jêdereke taybet ji Dezgeha ARKê re eşkere kir : Sibe Çarşemê 14ê Tebaxa 2019an, şanda Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê dê berê xwe bide Rûsiyayê, û di 15ê mehê ango roja Pênşemê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyayê Mîxaîl Bogdanov re bicive . Biryar e pêşhateyên dawiyê, û bi taybet avakirina devera ewleh li Rojavayê Kurdistanê, û rêkeftina Turkî Emerîkî derbarê wê deverê, were gotûbêjkirin .

Şanda ENKSê bi serokatiya Kamîran Haco Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve, û herdu endamên Nivîsgehê Ibrahîm Biro, û Isma'îl Hesaf pêk tê .