Bentagon: Rêkeftina Navçeya Aram wê hêdî hêdî cîbicî bibe

Bentagon: Rêkeftina Navçeya Aram wê hêdî hêdî cîbicî bibe

PDK-S: Bentagona Emerîkî eşkere kir , ku rêkeftina Tirkî Emerîkî derbarê avakirina navçeya aram li rojhelatê çemê Feratê bi awayekî hêdî hêdî wê cîbicî bibe .

Ajansa Firans pirês ya nûçeyan li ser zarê Şon Robirtson berdevkê wezareta berevaniya Emerîkayê veguhest, ku rêkeftina Tirkî Emerîkî derbarê navçeya aram wê hêdî hêdî cîbicî bibe, lê hin piroseyên din yên girêdayî bi rêkeftinê di demeke nêzîk de wê dest pê bike .

Robirtson serbar kir û got, ku niha berpirsên Tirkî û Emerîkî bijardeyên derbarê navenda piroseyên hevbeş ya ku Emerîka û Tirkiyê li ser lihev kirine giftûgo dikin, û mîkanîzma ewlehî jî wê li ser çend qunaxan werne encam dan .

Heman ajansê daxuyakirin, ku hevdemî berdewamiya danûstandinên berpirsên Emerîkî bi Tirkiyê re welatê Emerîka amadeye ku hin karên din jî bi awayeykî bilez cîbicî bike .