PDK-Se nameyeke pîrozbahiyê bo Serok Barzanî sand

PDK-Se nameyeke pîrozbahiyê bo Serok Barzanî sand

Di salvegera 73an de ya dameziranidana Partiya Demokrata Kurdistanê , Polîtbîroya Partiya Demokrata kurdistan Sûriya PDK-S, nameyeke pîrozbahiyê bo Serok Barzanî şand.

Nameya Pîrozbahiyê weha dest pê dike:
" Serokê Têkoşer û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî, Endamên birêz ên polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê ya bira….
Silav û rêz:
Bi bûneya salvegera 73an a jidayikbûna partiya we , Partiya Barzaniyê nemir, Partiya Demokrata kurdistanê ya bira, û jidayikbûna Serokê wê yê têkoşer Mesûd Barzanî.., Polîtbîroya PDK-S bi navê Sekreter ,Serkirdaytî, Endam û Cemawerên xwe pîrozbahiyên gerim arasteyî cenabê we yê hêja û Serkirdayetiya Partiya bira, kadir û tevî Endaman, dike , û daxwaza serkeftinê ji Partiya we re li ser rêbaza Kurdayetî, rêbaza Barzaniyê nemir dikin , û li ser rêya xizmeta kurdistan û gelê wê û pirojeya Netewî kurdî bi Serokatiya birêz Mesûd Barzanî ".

Polîtbîroya PDK-Se di nameya xwe ya pîrozbahiyê de tekezî li Ser kar, xebat û lihevgirtinê li ser Rêbaza Barzaniyê nemir û Pirojeya Neteweyî kurdistanî dike, ku bi wan herduyan bawerî bi karê hevbeş navbera herdu Partiyan de" Partiya Demokrata kurdistanê û Partiya Demokrata kurdistan Sûrya " ji bo xizmeta Kurdistan û tevaya miletê kurd xwertir dibe, û miletê kurd xwe li dora rêbaz û pirojeya neteweyî kom dike ,û weku nimûne Behsa lihevgirtina milet di Refrandom û helbijartinên perlemanê Iraqê û yên perlemanê Herêma kurdistanê dike.

Di dawiyê de Polîtbîroya PDK-Se dubare pîrozbahiyan arasteyî Serok Barzanî û serkirdayetiya Partî dike , û hêvî dike ku di Rojên bên de lihevgirtin û têkiliyên herdu Partiyên bira xurtir û bihêztir bibin da bibin nimûneyeke berçav di yek karî û yek çarenvîs de, herweha nûkirina dilsoziya xwe ji pirensîbên Netewî hevbeş re li ser rêbaza Barzanî, û xizmeta gelê kurdistanê û doza wî.