Şandeke ENKS diçe Emerîkayê

Şandeke ENKS diçe Emerîkayê

PDK-S: Şandeke Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dê seredana Emerîkayê bike.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKS Kamîran Haco ji malpera ENKS re ragihand ku roja 22ê vê mehê şanda wan wê bi Wizareta Derve ya Emerîkayê re li Waşintunê bicivin.

Haco daye zanîn ku ew ê dîtin û nerînên ENKS ji bo Emerîkayê veguhêzin herweha dê behsa Navçeya Aram û pêşhateyên Sûriyê bikin.

Roja pênşema borî şandeke Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi şandeyê taybet yê serokê Rosiyê ji bo Rojhilata Navîn, Cîgrê Wezîrê Derve yê Rosiyê Mîxaêl Bogdanof re civiya.