Encûmena Ewlehî civîna xwe derbarê Sûriyê paşxist

Encûmena Ewlehî civîna xwe derbarê Sûriyê paşxist


PDK-S: Encûmena Ewlehiya Navdewletî biryar da civîna xwe ya heyvane derbarê Sûriyê roja Şemiyê 17. 08. 2019, lidarnexîne ew jî ji ber têkçûna rewşa tendiristî ya şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pîdirson .

Ew biryara ku biryar bû roja Duşembê 19.08. 2019, were lidarxistn li gor jêderekî ji Netewên Yekgirtî nayê lidarxistin .

Heman jêderî serbarkir, ku civînek li ser astekî bilind derbarî rewşa Rojhilata Navîn bi beşdariya wezîrê derve yê Emerîka Mayk Pombiyo 20 vê heyvê wê bê lidarxistin.

Ofîsa şandiyê Navnetewî ji bo Sûriyê ji aliyê xwede got ku Pêdirsn raserî pirsgirêkege tendirustî hatiye û ji ber êşekê ku çavê wî hatiye nikarî çalakî û karê xwe berdewam bike ta çareseriya pizîşkî wergire .