Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist

PDK-S: Li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê encûmena şaxî ya taxa Rojava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal lidarxst.

Civîn bi amedebûna piraniya endaman û bi serpireştiya Çinar Cindo endama encûmena xwecehiya Rojava ya Qamişlo birêve çû.

Civîn weku her car bi xuleke bê deng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan piştire behsa rewşa siyasî û pêşhateyên dawiyê hate kirin.

Di civînê de ameje bi herêma aram hate kirin herweha tekezî li ser ektîvkirina rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di vê qonaxa zehmet û hestiyar de hate kirin.