Tirkiyê dest bi avakirina du xalên çavdêriyê li Idlibê dike
PDK-S: Artêşa Tirkiyê dest bi amadekariyên avakirina xalên çavdêriyê yên nû li gundewarê Idilbê dike .
Jêderek leşkerî eşkere kir, ku niha artêşa Tirkiyê amadekariyên avakirina du xalên çavdêriyê yên nû li bajarê Xan Şêxûn li başûrê gundewarê Idilbê dike .
Her li gorî heman jêdera leşkerî daye xuyakirin, ku tê pêşbînîkirin ku yek ji wan xalan li devera Dehra Elnmir were avakirin û ya dinjî li nêzîkî gundê Tibîş li derdora bajarê Xan Şêxûn be .
Heman jêderê serbar kir û got, ku avakirina Tirkiyê ji herdu xalên xwe yên çavdêriyê di nava xaka Sûriyê de hevdemî pêşveçûnên rêjîma Esed û Rûsiyê li bajarê Idilbê û kontirolkirina wê ji hejmarek bajar û bajarok li gundewarê Idilbê tê .