Dr.Ebdulhekîm Beşar: Me Navçeya Aram bi Wezîrê Derve yê Turkiyê re gengeşe kir

Dr.Ebdulhekîm Beşar: Me Navçeya Aram bi Wezîrê Derve yê Turkiyê re gengeşe kir

PDK-S: Îro şandek ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê bi wezîrê Derve yê Turkiyê Mewlûd Çawîş Oglo re civiya.

Şanda Hevpeymaniyê weha pêk hatibû:

Enes Elebde - Serokê şandê
Ebdulhekîm Beşar - Cîgirê Serok
Dîma Mûsa - Cîgira Serok
Yehiya Uqab - Cîgirê Serok
Ebdulbasit Ebduletîf-Emîndarê Giştî yê Hevpeymaniyê


Derbarê civînê, Dr Ebdulhekîm Beşar ji ARKê re da zanîn ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî, pêşhateyên Idlibê, herweha rêkeftina Emrîkî Turkî derbarê Navçeya Aram ku biryar e li Rojhilatê Fratê were avakirin, herweha mijara Komîteya Destûrî ya Sûrî hatin gengeşekirin, Oglo jî tekezî li ser piştevaniya Turkiyê bo Hevpeymaniya Opozisiyonê kir.