Şandeke Opozisyona Sûriyê bi wezareta derve ya Tirkiyê re civiya

Şandeke Opozisyona Sûriyê  bi wezareta derve ya Tirkiyê re civiya

PDK-S: Şandek ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê bi wezîrê derve yê Tirkiyê re civiya , û dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî û yên Rojavayê Kurdistanê gotûbêjkirin.

Duh Sêşemê 20. 08. 2019, şandeke Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, ku ji Ens Elebde serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê , û diktor Ebdulhekîm Beşar cêgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê pêk dihat , li gel Mewlûd Çawîş Oglo wezîrê derve yê Tirkiya civiyan .

li gorî ku hatiye ragehand dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî , û rewşa bajarê Idilbê , û rêkeftina Emerîkî Tirkî derbarê avakirina navçeya aram li rojihlatê çemê Feratê hatine gotûbêjkirin .