Xwecihiya Rojava ya ENKSê li Hesekê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Rojava ya ENKSê li Hesekê civîna xwe li dar xist

PDK-S: Encûmena xwecehiya Rojava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya normal lidarxist .

Di civînê de mijara rêxistinî hate gengeşekirin û serokê encûmena xwechî Xelef Emînakî tekezî li ser pabendibûna bi civîn û beşdarbûn û amedebûna hemû çalakiyan kir .

Herweha di civînê de rewşa encûmena bêkvejiyanê li Hesekê û pêwîstiya berdewamiya kar di çarçoveya wê encûmenê de hate kirin bi taybet, ku ew encûmen li ser armancên xwe hatiye xwar lewma amedebûyan pêwîstiya gengeşeyê bi xwecehiya Hesekê ya rojhilat û standina helwêstên guncaw ji encûmena pêkvejiyanê kir
ji bilî wê yekê hin mijarên din yên girêdayî bi rewşa rêxistinî û babetên din gotûbêjkirin.