Hewlêr… Dayikeke R.K di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da

Hewlêr… Dayikeke R.K di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Daykeke kurda Rojavayê Kurdistanê di bûyereke tirafîkê de li derdora Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Şaha Ebdulrehman Şêx Mihmed welatiyeke kurde xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye ji neşteciyên kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ye roja DuŞemê 19.08.2019, di bûyereke tirafîkê de li derdora Hewlêrê jiyana xwe jidest da.

Li gor hin çalakvanên kurd belavkirine navbûrî bi matorsiklêtekî sê dûlab berê wê li bazarê bû daku hin kelûpelên malê ji xwe re bikre ,û li ser rêya Basirme Herîr li derdora Hewlêrê otombêleke ji curê Sûzukî ku xwedanê wê ji xelkên Herêma Kurdistanê ye ji pişt ve li motorsiklêta wan xist di encamê de motorsiklêt qulpî û Şaha bi tundî birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguheztin lê ji ber birînên wê yê giran jiyana xwe ji dest da.

Şaha Ebdulrehman Şêx Mihmed hevjîna welatiyê kurd Mihiydîn Dawûde û dayka 3ê zarokan bû.