5 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Têrîj Beherem re derbas dibin

5 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Têrîj Beherem re derbas dibin

PDK-S: Di 21ê Tebaxa 2019an beriya 5 salan qehremanekî Pêşmergeyên Roj giyanê xwe kire qurbanî di ber milet û xaka Kurdistana pîroz de, û rê neda dijmin û hovên serdemê derbasî xaka Kurdistanê bibin .

Roja 21-8-2014an pêşmergeyê Leşkerê Roj Murad Behrem Murad Silêman ku bi Tîrêj dihat naskirin li bereya Bendava Mûsilê li gundê Sehlec yê ser bi Herêma Kurdistanê ve di şerê rûbirûbûna çekdarên rêxistina DAIŞ aterorîst de û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de şehîd bû .

Şehîd Behrem sala 1993 de li gundê Helêq yê ser bi bajarokê Girkê Legê ve li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Cihê xwe li Hêza yêkê yê Pêşmergeyên Roj de digirt .

Ji destpêka damezrandina Leşkerê Roj û di şerê rûbirûbûna DAIŞ a terorîst û dijminê Kurdistanê bi dehan pêşmerge şehîd û birîndar bûn û destanên lehengî û qehremanî û xweragiriyê wek ku çawa di li Sihêla Ên Ewês de tomar kirin .