Nûneratiya ENKSê seredana kampên penaberan kir
PDK-S: Weku cîbicîkirinekê ji derencamên civîna nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, şandeke ji nûneratiyê seredana kampên Dareşkiran û Gewrekoskê yê penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kir, da ku rewşa kampê û daxwazên penaberan ji nêzîk ve bişopînin .
Şanda ENKSê ji serokê nûneratiya ENKSê Kerîm Mîranî , her yek ji endamên nûneratiyê Newaf Reşîd, Berzan Mer'î, Raman Mela pêkdihat .
Li gel rêveberê kampa Dareşkiran û efserên asayşê herweha rêveber û efserên asayş û polîsa navçeya Dareşikran civiyan.
Di civînê de şandê behsa rewş û daxwazên penaberan û êş û azarên wan kir, û hewreha behsa dîtina mîkanîzmên derbaskirina rêgiriyên ku têne pêşiya wan hatin kirin.