Elamaniya piştevaniya avakirina Navçeya Aram li R.Ç.F dike

Elamaniya piştevaniya avakirina Navçeya Aram li R.Ç.F dike

PDK-S: Wezîra berevaniya Elmaniya dibêje, ku welatê wê piştevaniya avakirina navçeya aram li rojihlatê çemê Feratê dike .

Angirêt Kiramb wezîra berevaniya Elmaniya di kongireyekî rojnemevanî de li gel Şoreş Ismaîl wezîrê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku avakirina navçeya aram li rojihlatê çemê Feratê wê bandoreke erênî li ser ewlehiya deverê bi giştî bike, lewma Elmaniya piştevaniya avakirna navçeya aram dike .

Herweha wezîra berevaniya Elmaniya got, ku ew ji nêzîkve çavdêriya pêşhate û pêşveçûnên rewşa Sûriyê dikin .