Şandeke ENKSê bi Wizareta Derve ya Emerîkayê re civiya

Şandeke ENKSê bi Wizareta Derve ya Emerîkayê re civiya

PDK-S: Roja Pêşemê 22.08. 2019, şandek ji komîta peywendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li Waşintonê bi wezareta derve ya Emerîkayê re civiya.

Şanda peywendiyên derve ya ENKSê bi serokatiya serokê komîteyê Kamîran Haco û endamtiya Ibrahîm Biro pêkdhat.

Li ser wê civînê Biro ji ARKê re dazanîn, ku ew bi Coyl Rayborin cîgrê şandiyê taybet ji bo Sûriyê " cîgrê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê re civiyan û d icvînê de berpirsê Emerîkî hûrgulî û pêngavên navçeya aram şirovekirine herweha şanda encûmenê jî dîtin û metirsî û helwesta xwe derbarê navçeya aram û pêşhateyên li Sûriyê anîn ziman.