Yasanasek: Peyva "Herêma Aram" ne fermî ye, pênasîn jê re tune ye

Yasanasek: Peyva

PDK-S: Ji roja ku behsa Herêma Aram tê kirin ya ku biryar e li beşekê ji Rojavayê Kurdistanê were damezrandin , navê wê herêmê hîn nehatiye çespandin, û binavkirina çend navan re wekû Herêma Ewleh, Bêçek, Dijefirîn, Aram, re berdas bûye .

Di vê derbarê de yasanas Zehra Ehmed ji malpera Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya re ragihand ku : Di warê yasayî de, peyva Herêma Aram ne fermî ye, û tu bênasîn jê re tune ye, ji ber ku di her çar rêkeftinên Cinêfê de 1949an, nehatiye ziman , herwiha di pirotokolên pişt re jî sala 1977an de, nehatiye, bi tenê peyvên Herêma Pizîşkî, Herêma Bêalî, û Herêma Bêçek, hatine bikaranîn .

Navbûrî serbar kir : Herêma Aram ta ku aram be, divê bi biryareke navnetewî, û bi serpireştiya pêkhateyên herêmê be . Derbarê vegera penaberên Sûriyê Ehmed da zanîn : Bicîkirina wan penaberan di herêmên Kurdî de, dê bibe berdewamiyek ji cîbicîkirina guhertina demoxrafiya ku Turkiyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, û dê armancên xwe li Herêma Aram jî pêk bîne.

Li ser ezmûnên berê yên girêdayî bi Herêma Aram, yasanas Zehra Ehmed got : Tu carî ew herêm nebûne aram, û bi komkujiyan bi dawî hatine .

Piraniya çabdêr û şopêner li ser wê yekê li hev in ku, divê Herêma Aram di bin serpireştiya hêzên navdewletî be, herwiha rola pêkhateyên herêmê jî nexasim rola Kurdan, tê de berçav were girtin .