Yûnîsîf: Pêwîst e rewşa zarokên Sûriyê di lotkeya G7 de were berçavgirtin

Yûnîsîf: Pêwîst e rewşa zarokên Sûriyê di lotkeya G7 de were berçavgirtin

PDK-S: Rêxistina Yûnîsîf ya zarokan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve dibêje pêwîste rewşa zarokên Sûriyê di lotkeya G7 de ya ku li Parîsê birêve diçe were berçavgirtin .

Roja Şemiyê 24.08.2019, rêxistina Yûnîsîf ya zarokan di daxuyaniyekê de hêvî kir, ku serokên girûpa G7 di danûstandinên xwe de doseya rewşa zarokan li Sûriyê berçav bigre, û li ser vê doseyê raweste .

Rêxistina navhatî di heman daxuyaniya xwe de amaje kir, ku di encama êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser deverên li bakurê Sûriyê di d heyama çend mehên bûrî de bêhtirî 419 zarok hatine kuştin û birîndarbûne .

Rêxistina Yûnîsîf ya zarokan di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji aliyên nakokdar li Sûriyê û aliyên peywendîdar di nav wande serokên girûpa G7 kir, ku zarok li tevaya Sûriyê werne parastin .