Lavrof: Rizgarkirina hin deveran li Idlibê ji aliyê artêşa rêjêmê ve ne binpêkirine

Lavrof: Rizgarkirina hin deveran li Idlibê ji aliyê artêşa rêjêmê ve ne binpêkirine

PDK-S: Wezîrê derve yê Rûsiyê dibêje kontirolkirin û pêşveçûnên artêşa rêjîma Sûriyê li dewrûberê Idilbê bi piştevaniya Rûsiya nabe binpêkirin ji tu rêkeftinê re.

Sêrgî Lavrof wezîrê derve yê Rûsiya duh Duşemê 26. 08.2019, di kongirekî rojnamevanî de ragehand rizgarkirina artêşa rêjîma Sûriyê ji xaka wê re bi piştevaniya Rûsiya nabe binpêkirin ji tu rêkeftinan re di nav wan de rêkeftinên Astana û Soçî ji ber, ku li gor encûmena ewlehiya Navdewletî her rêkeftinek girûpên terorîst li xwe nagre.

Lavrof her weha amaje kir, Rûsiya li gel hevpara xwe Tirkiya pêwîstiya sazkirina devereke bê çek li devera Idilbê gengeşekiriye da ku garantiya Silametiya sivîlan were kirin serbarî rêgiriyê li her êrîşekê li ser çekdarên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî li Himêmîmê.