Emerîka mercên Tirkiyê derbarê Navçeya Aram red kir

Emerîka mercên Tirkiyê derbarê Navçeya Aram red kir

PDK-S: Emerîka daxwaza Tirkiyê derbarî beşdarîkirina girûpên çekdar di navçeya aram de red kir .

Ajansa Blombêrg ya Emerîkî li ser zarê du berpirsên Tirkî veguhist, ku welatê Tirkiyê û Emerîka di danûstandinên xwe de derbarî avakirina navçeya aram de ta niha berdewamin, û li ser kûrahiya 15 kîlomtireyan rêkeftine û biryare ew rûber kûrtir bibe lê eger Emerîka pabend nebû di wê demê de Tirkiyê wê derbasî rohelatî çemê Feratî bibe .

Li gorî heman berpirsên Tirkî eşkerekirine, ku Emerîka rê nedaye Tirkiyê ku balafirên xwe yên şer li ser esmanê navçeya aram bikar bîne , herweha pêşinyara Tirkî bo beşdarîkirina girêpîn çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê di wê deverê de jî hatiye redkirin.

Weku ajansa navhatî dayexuyakirin ku Tirkiyê daxwaz kiriye ku hejmara leşkerên wê li navçeya aram pir be lê Emerîka ev yek jî redkriye û gotiye li hember her du leşkerên Tirkî wê leşkerek Emerîkî hebe.