N.Y karwaneke alîkariyên mirovî rêkir bajarê Idlibê

N.Y karwaneke alîkariyên mirovî rêkir bajarê Idlibê

PDK-S: Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyên mirovî şand bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê .

Ajansa Anadol ya Tirkî ragehand, ku roja Sêşemê 27.08.2019, Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyên mirovî , ku ji 35 barhilgirên barkirî pêk dihat şand bajarê Idlibê û gundewarê wê.

Heman ajansê daxuyakirin, ku ew karwana alîkariyan ya ku ji aliyê pirograma xwarinê ya cîhanî ya bi ser Netewên Yekgitî ve hatiye pêşkêşkirin di riya dergehê Cîlo Gozo yê hevsînorî bi Sûriyê re derbasî bajarê Idlibê bû da ku li ser welatiyên pêwîstîdar wern belavkirin .