Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Idlibê de berdewam in

Rêjîma Esed û Rûsiyê di armanckirina Idlibê de berdewam in

PDK-S: Balafirên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya di armanckirina bajarê Idilbê û gundewarên wê de berdewamin herdî dawî jî bombebarankirina bajarê Kefirnibil li rohelatî gundewarê Idilbê ku di encamê de hejmarek qurbanî ketin.

çalakvanên di nava bajarê Idilbê de ragehandin, ku roja Sêşemê 27.08.2019, danê êvarî balafirên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya her yek ji bajarokê Tilnimis M'rşorîn herweha bajarê Kefirnibil li rojhelatî gundewarê Idilbê kirine armanc , di encamê de şeş welatiyên sivîl hatin kuştin li gel birîndarbûna hejmarek kesên din, ku ew birîndar ji aliyê berevaniya sivîl ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin .