Pîdirson civînan derbarî Distûra Sûriyê lidardixe

Pîdirson civînan derbarî Distûra Sûriyê lidardixe

PDK-S: Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pîdirsun eşkere kir, ku pirosa pêkanîna komîta distûrî ya Sûriyê li gor biryara Navdewletî ya hejmar 2254 li ber bidawîhatnê ye .

Her di vê derbarê de şanda Navnetewî wêneyên hevdîtina dawî ya Pîdirsun û şandiyê rêjîmê Beşar Elce'ferî ji aliyê şanda Navnetewî ve hate belavkirin û wê hevdîtinên din di van rojan hebin .

Tê zanîn ku Pîdirsun piştî rawestandina demekê ji kar ji ber egerek tendrustî careke dî berê xwe daye kar li ser doseya Sûriyê.