Siwêd siyaseta xwe derbarî penaberên Sûriyê guhert

Siwêd siyaseta xwe derbarî penaberên Sûriyê guhert

PDK-S: Hikûmeta welatê Siwêd guhertinek giring derbarî dana nasnameya neştecîbûnê bi penaberên Sûriyê yên li wir dimînin ragehand.

Roja Pêncşemê 29.08.2019, ajansa koc û kocberan a Siwêd nirxandineke nû derbarî rewşa ewlehî li Sûriyê derxist, û dibêje ku rewşa navçene Sûriyê ewlehî li wan peyda bûye, û penaberên Sûriyê yên li Siwêd dimînin û xelkê wan devera bin êdî mafê neşteçîbûnê bi wan nayê dan ji ber ku rewşa navçeyên jê hatine ne metirsîdare .

Li gorî nexşeriya ajansa Siwêd derxistî , navçene di bin kontrola rêjîmê de mîna Şam û gundewarê wê û parêzgehên Der'a, Siwêd, Qinêtire û beşê mezin ji Lazqîyê serbarî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi ewleh hatine nirxandin .